Yazarlar:
31 NUMARALI REKLAM ALANI
Mirin Diya Te Bimire!

Ji Bo Ape Hesen, Idris Guven u Emine Cetin…

 

Te weran kir gund u bajar. Tu bu sebeba rojen reş. Te vemirand ronahiya caven kec u xortan. Be insaf u be izani tu. Le mirine diya te bimire.

 

Diya te bimire ku tu ji fem biki hesten bi jan. Tu ji bibi be de u be bav. Te kes nehişt be bra u be xuşk. Devran çep gerandiye te li ser seren aga u began, li ser dildar u dilbirinan. Her roj bi te dest bidike u her roj bi te tere ava.

 

Lo hevalno, va çi feleka xayine. Duh keca deh sali u iro xorte ber cel saliye xwe. Mina duh te bira me qire qira we kecke, u çel derxistina ew xorte çel sali.

 

Le mirine, diya te bimire ku tu ji fem biki çavaye mayina be kec u law.

 

Bistere diya min bistere, ji bo keca deh sali di dile axa sarde. Bistere ji bo lawe çel sali di keleka ape wxe yi hefte sali. Bistere dayika delale, dileme ziz e iro, caven me bi hestir, deven me be gotinin.

 

Wek nave te ruye teji reşe le mirine! Tu hevala ru reş u dil reşan.  Le em ji te qet netirsin. Mirina bi ziman ji jiyane be ziman baştire.

 

Em riyadaren ronahiya bedawi, tu  dijmina riyen ronak. Em evina dilen xort u germ. Tu dost u hevala dilen sar u pir.

 

Em hare navbera govend u dilane. Tu bedengiya şeven tari.

 

Tirs nemaye di dile kec u xorten da le mirine ji bo mirine.  

 

Gulle me nekujin, birkirin me dikuje. Le mirine! gulle me nekujin, gulcin me dikujin.

 

Sebra dile me nemaye lo gundino. Mirina me bi lez bu xwun dizanin. Peren we hebun, le kopriyen we tunebun. Em hatin kujtin. Peren we hebun, le wexta we telefoneki tunebu, ne xizaniye lolo, birbibine em kujtin. Navbera çar dijvaren girtegehan em man, lele zindanan em negirtin, kelepçeyen li ser zimane dayike em girtin.

 

Me ji birnekin! Ji ber ku birkirin mirine.

 

Brusk Baran

Email: [email protected]

Anahtar Kelimeler
Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×

KADINLAR İKİNCİ SINIF VARLIKLAR DEĞİLDİR
KADINLAR İKİNCİ SINIF VARLIKLAR DEĞİLDİR

Haberi Oku