Piştî 12 îlonê 1980’î bû, mejû ne evqas girîng e, ji xwe serpêhatî bi xwe bû dîrok; saleke tarî û bêbextî bû. Tirkiyeyê hapisxana Diyarbekirê bi eşkenca kiribû temerkuz kampı û li dinyayê bi vî navî deng dabû, qirîna xortê Kurd yê di bin eşkenca de dinya dihêjand. Dayik xemgîn, zarok bêhevî, dinya bêxeber bû. Di hepisxana Diyarbekirê di hucre 5’an de çi diqewimî kesî nedizanî. Roj ji rojê xirabtir, dijwartir û xemgîntir bû, ji girtîgeha Amedê herrojê hawar û qirîna girtiya bilinddibû. Tu xeberê serwextî nedigehêştin dayik û zarokan. Bavik di bin eşkencê de, lawik di bin zordariya rejîma awarte de dinalîn, şev dibûn sal di bin eşkencê dewleta Tirk de zor derbas dibûn.

Kurd ji welêt qorbiqor direviyan, kî li Almanya, kî li Swêd, kî li Fransê dibûn penaberê diwaroj e, qedera hemûya ji hev xirabtir, li welatê xeribiyê bê dayikî, bê zimanî û lal¸ kes nedibû alîkar, bêxweditî û bêwarî çiqas asteng bû li welatên biyanî. Şev her bi kilamê Ayşe Şan (1938-1996) ‘Eywax dayê, xeribîm dayê’ û ‘lê lê bêmal, were bêmal’ û hwd. derbas dibûn.

….

Eywax daye, eywax daye,

Ez xerîbim dayê li vê dinyayê,

Kesî min nema li vê dinyayê,

Ez mamê li bende telephonekî te,

Ez bêkesê ez bê xwedî û ez nezane, daye!.

….

Generalê Tirk çar deriyê Tirkiyê li şoreşgerê Kurd girtin, nema kes bireviyan derî welêt, ji xwe yê reviyayi jî bêwarbûn. Tu dengê eşkencê hapisxana Diyarbekir ji guhê penaberan dernediket, xewê şevê nediketin çavê şoreşgera, ji welêt qetiyan, ji heviya welatekî azad qet nediqetiyan, ji baweriyê xwe yê welatekî serbixwe û yê azad dûrnediketin. Jiyana xeribîye zor bû, sal derbas dibûn, rejîma awarte li Tirkiyê û Kurdistanê qawîn dibû, herrojê xeberê şoreşgerên kuştî û mirî dibîstin, berdewamiya penaberî û revên ji Tirkiyê her didomîn, lê berxwedanek jî gewre dibû, hinek siyasetmaderê Kurd û rewşenbîran jî xwe diavêtin bine xetê û derbasî rojavê welêt dibûn. Kurdê penaber pirr dibûn li her çar aliyê cihanê komele û dezgehên Kurd dihatin damezrandin. Li Holendê jî komele çandî û xortan dihatin sazkirin bi yarmatiya karker û xwendekarên Kurd.

Çalakiyên pêdivî yê pêwîst wekû folklorê û çandî û yê rêkxirawî ji her alî de dihatin domandin. Cigehê Kurd li kombibin dihatin îcar kirin û dezgehê fermî yê Kurdan ji alî welatên ewrope de dihatin subvansîyon kirin, li welatê ewropê raman azad û komeleyetî serbest bûn, tu dubendî di nava cinsiyet û nijadan de tunebû. Di nava xortê Kurd de yê her çar perçê de heycaneke bê tarîf hebû. Rojeke ji rojan nizanim ji ku kaseteke Kawîs Axa (1889-1936) ketibû destê me, min ji berê de navê Kawîs Axa dinasî; ji ku dizanî wexta em hê zarok bûn di destpêka salê 1960’î de cîranekî me di radyoyê dengê Kermanşah û yê Erîvan de guhdariya dengbêjê Kurd dikir, ji wir di guhê min de mabû, ez wiha dizanim. Dayin standineke min a raste rasta tev Kurdistanê heta 1975’an nebû. Çawa wek min got navê Kawîs Axa di zarokî de bîstîbû, lê nedizanî ew kî ye, ji ku ye? Me kaseta wî guhdari kir, belam wî wek bilbilekî distira, lê çi derewan bikim, Kurdiya min ya Kurdên Anadoliyê têra min nedikir ku ez hemû gotinê stranên Kawîs Axa di wê çaxê de têbigêheştima. Min dizanî, di kilamê ke de ‘Çemê çetelê çemekî sar e,’ derbas dibû min her ew bêjê famdikir, dû re giran giran fêrî naveroka kilamê Kawîs Axa bûm min hemû êdî famdikirin,

ew çawa dengekî otantîk e wek yê zarokekî deh salî tîz, ji kurahiya dilê wî ji kul û derdê wî diherikî wek Ҁemê Çetelê sar, sar. Divê ji bîrnekim bibêjim ku ez hê jî nizanim Çemê Çetelê li ku ye, li kijan perçê Kurdistanê ye.

Serpêhatiya kaseta Kawîs Axa û Çemê Çetelê Çemekî Sar e gelekî enteresan e. Li her komelê Kurd wek adet Newroz tên pîrozkirin. Li Holendê cude çalakiyeke çandî jî derxistina kaseteke Kawîs Axa bû, ew kaset ji ku kete destê me hê jî nizanim, gelek sal derbasbûne, wê demê kaset mode bûn. Kesî ji me kaset weşandin nedizanî û me studio jî nasnedikirin. Bi arîkariya telefonê peywendîyê xwe li gel studioyeke mûzîkê ya li rojhilatê Holendê li bajarokekî Nijmegenê danî, navnîşan û telefona wan girt, gote wan:’ em Kurdên li Holendê dixwazin kaseteke muzîkvanekî Kurd ji kaseteke wî ya orjînal pirr bikin’. Wan got: ‘belê, fermû werin emê ji we re ev tiştên ku hun dixwazin di kurte demeke de amade bikin’; ez ne xelatim bihaye kaseteke bi perê Holendê wê demê 5 Florînan weşandin, di bîra min de ye 500 heb çapkirin û yek bi deh florîna difrotin, belê kê dikiriya pere didan, kê dibir bo firotinê heqê wan venedigerandin. Belê kaset di kurte demeke wekî nîv salê de mîna cigarê û nanê patî hat firotin. Xelk gelekî pê dilşa bû; bi guhdarî kirina kasetê gel li Kurdbûna xwe heşyar dibû û li xwe mikûr dihat û hîsên neteweyetî di wan de gêşdibûn. Kawîs Axa bi dengê xwe ê zirav û wekî keweke û bilbilê Kurdistanê dilorand, gel ji dil de xemgîn û birîndar dikir. Bi rastî strana Çemê Çetelê Çemekî Sar e mîrov dihejand wek erdhejeke û hêrsa insana mîna çiyayê Suphan û Araratê mezin dikir, kelgîrî dikir, te digot eceb ew çi sewt û awaz e, Xwedayê min!.

….

Çemê çetelê çemekî sar e,

Benda roniya dine bendeke dirêj e,

Destê min di kelepçe dane xalo!

Ez li xerîbiyê li gurbetê mam Xalo!.

….

Ji xwe mest nekirina dengê Kawîs Axa ne mimkûn e. Temenê me li xeribîyê kêm dibû, umr 21 salî, ji welêt dûr, ji yarê dûr, bi xemgîniyeke li stranên Kawîs Axa, Çemê Çetelê Çemekî sar e guhdarî dikir, dibûn welathezên wekî efsûnî wekî şoreşgerekî Vîyetnamî û mîna peşmergekî Kurdistanê î bê westan, karkerekî doza welat bûn. Evarên me bi guhdarî kirina stranên dengê Erîvan, bi dengê Kawîs Axa û Mehemed Arîf Cizîrî û Tahsîn Taha derbas dibûn. Ş. Perwer her rojê li malên me mevanê azîz bû. Hîç bîr nakim rojeke pirr kêfxweşî bûne guhdariya kilama ‘Mala Musa û Xerîbim dayê’ dikir, hêdî xerîbiyê kul kiribû dilê me. Bi her straneke re firmeskê çava wek xwîn diheriqîn û di çava de girî dimiçiqî, lê kes nedihat hawara me. Ỉro dipoşinîm sîh sal derbas bûye, dem bûye dema internetê, Google, Youtube, Facebook û Led tv e. Neman foto album kilam û stran û govendê gundiyan hemû di alema sanal de bê pul û pere tên guhdarî kirin û kopye kirin. Ev nifşê duwaroj hemî ji me şanstir, zîrektir, qabiliyettirin, me feqîra pênç pere nedidîn kaseteke Şivan Perwer bikiriyana. Hêdî xortê Kurd rojê bi dehan qanalê satalît ê Kurdî temaşe dikin û guhdarî dikin. Em xortê duhî îro weke nostaljîkî li paşêrojê xwe mêze dikin û bi belangazî û feqîriya xwe borî xemgîn dibin ku ji kê der hatine bi ku de diçin, divê nifşên dahatû vê bizanin.

Drs Yusuf Kaynak

Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Misafir Avatar
celebi guven 10 yıl önce

merhaba arkadas ben senin köylununim ama ne yazdiysan kusura bakma hic bir sey anlayamadim tavsancali insanlara hitaben birseyler yazmak istiyorsan kurtcu ve ?????????????????????????????? aydin abimiz lutfette bizlerin anlayacagi bir dilde yar ok mr joniy ben sana bu ismi layik gördum ok men