Yazarlar:
31 NUMARALI REKLAM ALANI
Ka Çar Delalê Ber Dilê Min?!

Çawa we bîlmezan, we şiksizan, ez di vê çerxa felekê de bi tenê hêştim.

Hawara dayikeke ji Gölyazi ye:

Xalikîno!..... Ez a li vê dinyayê hawara xwe bikim kê?.... Min bi laş û canê xwe xwedî kirin di buzdolabeke kevin de bi nemerdî û bêbextî yek bi yek bê nefes hêştin. Xwedê çima canê min qeregûnê jî negirt. De Xalikîno!. bibêjin kîye Ozan, Aynur, Saime û Ebru ya çav reş û qereqaş ji min re bînin. De hevalno! Cîranno!..... Ez a vê afata giran çawa derbaskim. Xwedayê min ê mezin! Ma çi gunehê min feqîrê hebû te ev tofana kesî ne dîtî û ne bîstî bi serê min de anî. De bêjin Xalikîno! Ez qeregûna ji çi re bijîm bê Aynur, Ozan û Ebru û her yek perçeyek ji cigera min bûn, ez a ji bo çi bijîm?... Lo gundîno! Dest û pîyê min megrin de ez bisk û birîyê xwe birûçkînim, bişeqînim. Ez a şewata dilê xwe çawa derman kim û berxikên ber dilê xwe ji xewa kur hişyar kim. Xwedê mala xizaniyê bişewitîne, em kirin şivanê Omariyan kes bi deriyê me neket. Roja duşenbîyê dinya li min tarî kir, feleka xayin ez li ber argûn li ber nan patinê pê min girt.… Xayin felekê ez a îro çi bikim? Hawara xwe di kê kim? Xwedê çar perçê kezew û dil û cerg ji min girtin. Ne bi qedera Xwedê bû, lê di buzdolabeke bêbext de di binê Bîra Dirêj de di kozikeke weke pîneke de bênefes hiştin, feleke te ocaxa min kor kir. Te çira min vemirand her çar berxikê min di qulikeke de fetisandin. De ez a çawa xwe efû bikim: Xwedayê min! Eza qîrîn û hawara xwe bigînim qata te heşa! Xwedayê min!. Ma feleka te çi ji min feqîrê xwast ku min nedaye?!.

Ez a hewara xwe bikim Rabê alemê çima ez rebenê bi tenê hêştim, li çerxa cîhane kesek nîye hewara xwe têkim ku sebr û aramiyê jê bixwazim. Min hawar kir 70 mîlyûn kesî yekî ji wan peyameke sebrê ji min re bi rênekir. Niha Xwedê canê min bigre!.. Ez a çi bikim bi vê qexpe feleke, pî li min şkandin û baskê min virandin, diha ez çawa bijîm li vê cîhanê. Xal û xaltî, met û ap, dotmam û pismam hatin seyrê, cesede birazî û xarziya ji tabuta derxistin kirin rezê wek zarokê Helepçe kesî de nema kezew peritîn, dil şewitîn, nexwast kesî cendeke birazî û xarziya  mezekin.

Metê distira, dikir hawar:

De rabin cigerê min gazî min bikin!

Çima hun razane weke cesedan e!

Hawar Xalikîno! Ew çi tofan û afat e!

Hatiyê ser neviyên malê Çîrtên e!

Eza bangî xarziyê xwe yê çavreş kim!

Careke bi cesedê wan dilê xwe sar kim!..

 

661620100831060912118Dayike dest pêkir, dilorand:

Dayik bi qurban, keçê Aynur serî rake,

Lawo Ozan, lo we ez hêştim bi tenê,

We ez hêştim di çerxa feleke de bêkes,

Ez bi qurban! lawo ez çima namirim!

Hun hesreta dilê min, gîyanê min bûn!

 

Ez a ji gundê Omaran barkim herim ware bav û bapîra gundê Xalika li duze. Kes nema hat sêra cendeke ciwanên min! Berdin gundîno! Ez her çar çavê xwe bi destê xwe bişom û kefen kim û di goristanê Maşatê de li ber çavê xwe gorkim. Her rojê 24 saetan nobeta ber dilên xwe bigrim, ji rabê alemê 24 saetan mirina xwe bixwazim, biçim li keleka berxikên xwe bi hemde xwe dirêj kim.

Xalikîno! heqê xwe li we helal nakim: hun hemû revîn çûn ewrope, hersal dihatin Xalika, rojeke ji rojan li eyd û erefan û li sersalan we ji berixikê min re leyistokek neanîn ku şîr helalê min pêy hewaniya xwe bînin. Wan rojek ji rojan navê leyistikên Atarî, Nintendo, Gameboy, Play Station  nebîstin, bi hemdê dilê xwe nelîstin, kinceka havinê, pantolekî bermuda û meresekî (sol-pelav) Airmax, Adidas û Nike nekirin linge xwe. De bêjin Xalikîno eza çawa heqê xwe li we helal kim. Hun gundî bûn, cîran bûn, hun çûn bajarê Tirkan bozbilindbûn, salê careke bo nanê sêlê dihatin; yê ku çûn ewrope du sê salan careke bi arabê Mercedes- S 500, bi BMW xwaşik û Cîpê ne mîna Cîpa dihatin, silava Xwedê li me pir didîtin, hun firek bûn, ji xagîyan bi rê nediçûn. Ez keçikeke  Bermalî, bûka Baqilê me we qey efû nakim. Xizanî ne qedere, ne jî eyb e, hun jî yek û yek ji ber şivaniyê revîyan çûn li ser navê Kurdbûnî bûn multecî we her tişt bîrkir, ma feleka xayin her wiha biçe, qedera rojeke bizivire, hunê vegerin welatê dê û bavan. Hun çûn we teve xwe şivanî ji kuşt, em kirin ber deriyê xelkê, mihtacê nanekê kirin. Dema axlarê me û binemalê mezin gund terkirin û çûn heqiya Xwedê em sewî man; nevî û zarokê wan îro tev wenda ne, em bi wan ne serbilindin. Wê dît em hêdî li Xalika şivanî jî nabînin, bûne gede ber deriyê xelkê li xeribîyê dimirin, dilê we hê bi me naşewite heqê cîranî li we helal nakim.

Ez ji te re bêjim ew çi dikin li ewrope xwanga min! Ew hatine li Stocholm li Fitje ketine konaxe ne mîna qonaxa, giştîka serî dane ser hevdi bêkar û betal in, ya ji sosyalê pere digrin, yan kacax di pizeriya de dişuxilin, bi sextekarî ketine nexwaşiye pere ji dewlete digirin, bi zorê zikê xwe têr dikin. Xwenga min tu li qonaxê wan li gund çêkiri meze neke, çend sala careke bi zorê tên gund diçin. Kî ji hev an ji dewletê dendare. Kî li Siwisre bûye xwedan pîzerya û restorant; lê zav û zêçê xwe di hundir de hebis kirine; dê û bav bîrkirine, qezenca xwe diavêjin kumarê yan didin dilberê porzer ku pê dilê xwe şa bikin, gund û şivantî tev bîrkirine. Xwenga min tu dilê xwe reş neke, wan zarokê te layiqî du şal û tîşorte bazara destê duwemîn nedîn û diyariyek nedan bi navê Xwedê. Tu nifira neke, heqê xwe dîsa jî helal bike, çerxa feleke rojeke jî li te bizivire yê ku qiymeta soleke nedan te, Xwedê li te vegerîne divê şivanî jî bi destê wan nekeve. Tu min guhdarîke xwanga delal, ger wan bixwastan 1000 malê Xalika li ewrope ne, her yeki sale 1000 euro kombikirina heta niha  Xalika ji fakriqan dixemilîn û hun jî yê ji vê şivaniyê xilasbibûyana, ka ew piştgirî û alikarî ka ew hemwelatî? Xwangê dilê xwe mêşîne, Xwedê alîkare te be, serê te sax bibe, Xwedê sebrê bide te û merê te.

 

Drs Yusuf Kaynak       

Anahtar Kelimeler
Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×

KADINLAR İKİNCİ SINIF VARLIKLAR DEĞİLDİR
KADINLAR İKİNCİ SINIF VARLIKLAR DEĞİLDİR

Haberi Oku