Yazarlar:
31 NUMARALI REKLAM ALANI
Janen Derewîn!


kurt_cocu
Hemû janen me derew bun

Kujtine me

Lêxistine me

Dil û biryaren me

Jîyane me

Derew bun hemu janen me

 

Li ser çîyayen Kurdistan'e

Li kolan û bajaran

Li gunden şewitî

Li rîyen bi tene

Derew bu kujtîne me

 

Li ber germa havine

Li ser berfa zivistane

Bi kal u pîr

Bi keç u xort

Derew bu lêxistine me

 

Ew dil sariye me

Ew birakujîye me

Ew levên keçan ku xwîn ji direje

Û ew şerwanen simbel qeytan

Derew bun dil û biryaren me

 

Rojen me yen ku qet venegeren

Qire qira me ya ji bo azadiya Kurdistan'e

Îxanet û welatparezî

Binketînî û serfirazî

Hemu derew bu lo jîyane me

 

Em niha ji xewne xwe kur rabin

Li der asîmanekî heşin heye

Û

Bayekî nermik xwe vedigşîne ji çiyayen sor

Û

Vic a vica cuçikan

Qîre qîra zarokan

Wek her tistekî û her kêsekî

Em jî jîyane xwe derewîn bîrdikin

Edî ne bîra kesî

Ji çi tofanan me jîyan dizî

Û

Da zaroken bêziman

Ew çi dewran bu lo!

Wek harek bu Kurdistan

Û

Em ji pepulen nav wî harî


Brusk Baran

Email: [email protected]

Anahtar Kelimeler
Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×

KADINLAR İKİNCİ SINIF VARLIKLAR DEĞİLDİR
KADINLAR İKİNCİ SINIF VARLIKLAR DEĞİLDİR

Haberi Oku