Yazarlar:
31 NUMARALI REKLAM ALANI
Di Derheqê Cegerxwîn De Pirtûkeke Nû

Di Derheqê Cegerxwîn De Pirtûkeke Nû

Ez îro kêfxwaş bibim an nebim, nizanim. Rojeke min nivîsarek xwendibû belkî ya Orhan Pamuk bû, belkî jî ne ya wî bû, çunkî ewqas sal ser re derbasbûne, belê di nivîsare de dihat gotin ku min: ’pirtûkek nivîsand pê re jiyana min hate guhêrtin’. Ez nikarim tiştekî wiha îdîa bikim, her çi qasî naveroka nivîsara wî baş nizanimbim û bîrkiribe jî, nivîsara birêz Orhan Pamuk li ser berhemeke wî bû. Ez dibêm belkî wî qala ‘Navê min sor e’ an jî ji navdarîya romannivîsariya xwe behs dikir. Ez mîna wî ji tiştekî wiha bahs nakim, ez ji pirtûkeke 16 sala berê nivîsandî û heta niha nehatiye weşandin behsdikim. Sedem çi dibe bila bibe bi rindî an xirabî pirtûkeke li ser jiyana Cegerxwîn çima roj û tîrojê nebîne.

 

 

Ev qedera min e an ya Cegerxwîn e an ya netewa Kurd e. Ez hê jî nizanim ku bêjeke lêzêde kim. Mebesta vê nivîsarê li pêşiya me Kurdan çiqas astengên dijwar yê dijmin hebin jî xemnexwarina hinek Kurdên me yên xwudane zanîneke mezin û yê pozbilindiye dikin pirtir û dijwartir e. Ez yê serboriya vê pirtûkeke ku heta niha nehatiye weşandin ji we re bi kurtasî şîrove bikim. Ev pirtûk çima duwayi evqas sala hate çapkirin. Divê ez rexnê ji xwe destpêbikim, dû re Kurdê berpirsyarê dezgehê Kurd û rewşenbîran rexnebikim çimak bûn sedema derengketina vê pirtûk e.

 

 

cegerxwin_kapak_JPGPirtûk têza qedadina zanîngehe bû, li Tirkiye jê re têza lîsansê dibêjin, yanê lîsansa bilind. Zanko di sala 1992’an qedandibûm. Dû re şopand ku mijar û naveroka têza min ji bo wêjaya Kurdî bêşik  dikare bibe belgeyeke dîrok e. Min biryar da ku wê biweşînim, wexta min têrî min dikir, ez jî hê genc bûm, tirs û xof û hesûdî jî ne dizanî. Dema kompitûr bû, lê kompitûrek min jî nebû, min têza xwe ya pêşkeşî zanîngehe kirîbû, bi zehmetekî wekî ji nûve binivîsim wegerand Kurmancî; ji bo girîngtirîn ditîne beşeke din: “kê li ser Cegerxwîn bi forma helbestî an bi pexşanî çi nivîsiye?” lê zêde kir. Rojê 24 saetê xwe didan vê pirtûkê û li cem rêzdar D. İzolî bi kompitûra wî nivîsand û derbazî ser kaxizê kir. Ez êdî li guhdariya weşanxaneke bûm. Rojeke birêz Kemal Burkay hatibû Holendê li mala hevalekî xwe mevan bû, min rêzdar Burkay li wê dît jê re qala têza xwe kir, gotê: li Swêdê îmkanê we hene û weşanxana ‘Roja Nû’ ya wê; mamostê Cegerxwîn dost û biraderekî we î şexsî bû û pirtûkê mamostê di nav weşanê we de tên weşandin; bîstina min mîrata Cegerxwîn heta radeyeke di destê we de ye; ger hun bikaribin vê reşnivîsê ez didim we di berçav re derbaskin û ger we nirxand û biryar stand ji bo weşandine û ger kemasîyeke we hebe xebere bidin min, ezê wan serrast bikim; ez dixwazim karê ku min kirî bibe malê wêjaya Kurdî. Belam birêz Burkay vegeriya Swêdê, piştî vegera rêzdar Kemal Burkay ne bi rindî ne bi xirabî nûçeyek jê nebîst ka yê çapbikin an na.

 

 

Baş nizanim sal 1994 bû, Kurdê ewrope yê rêzanî û rewşenbîr li Holendê li Maastrichtê welatê ez lê dijiyam 3 rojan civîn çêkirin derbarê rêzanî, dîrok, wêja û bi serekî derheqa pirsgirêkê Kurdî de. Ez şaş nebim li wê min rehmetî Mehmed Uzun û Şerefxan Cizirî jî dîtin û naskirin. Helbet dostê Kurdan yê mezin Dr. Yalçin KÜÇÜK dîsa bi keşkola xwe sor di civînê de peyivdar bû. Bi zanîna min ronakbîrê Kurd Yaşar Kaya jî gotarvan bûn. Xwedanê weşanxana APEC ya li Swedê rêzdar Alî Çiftçî jî li komcivîne bû. Di nav wê galegalê de min Ali Çiftcî jî naskiribû; ew jî di civîne de li ser weşaniyê û weşangeriya Kurdî gotarvan bû. Piştî gotara rêzdar Ali Çiftçi xilasbû, min ji wî re jî qala têzê kir ku ew wê çapbike, min got: fersendê mezin di destê we de hene, belkî ev pirtûka di ayende de bibe belgeyeke bo wêjeya Kurdî. Alî got belê, ez bawerim min navnîşana wî jî girtîbû, dû re bi postê ji wî re şandibû Swedê. Ew jî bû pariyek nan çû tu xeber jê derneketin. Ez dibêjim

bi rêga hinekan min bîst ku birêz Alî Çiftçî têza min ji bo xwendine û nirxandine daye lawê mamoste Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn, wî jî jê re çi gotiye ez nizanim. Tişte ez dizanim di destê wan de ‘Bîranînê Cegerxwîn’ yê mamoste nivîsandî bo weşandine amadebûn, lewra wan tu bersîv nedan min.

 

 

Sal derbaz dibûn, ez ji rewşa welat û tevegera rizgarîxwaz hîç dûr nediketim; roj diçûn rewşa Kurd û Kurdistanê bi pêşva diket, li başûr pêşketinek hebû û li dû herêmeke parastînî ji alîyê YN’ê de û ruxandina rejîma Seddam de, di 2003’an de baweriya gelê Kurd ji bona Kurdistaneke azad zêdetir bûbû, tevgereke sîyasî li wê bi pêşdiket, lê çalakiyên edebî çawa me bawer dikirin teve sîyasetê bi pêşnediket, dû ev qas salê borî de berhemek derheqa mamostê Cegerxwîn de dernediket; ez ketim dûyi şixula bi salan kirî, emek dayi û çend caran jinûva reşnivîsa komipûterî berdest û berçav kirî

û hewl da ku wê çawa biweşînim, min nedizanî li Stanbolê gelekî weşanxanên Kurd û Ensitituyeke Kurd hatiye damezrandin.

 

 

Rojeke bi telefonê serî li ‘Weşanên Dozê’ dabû, armanca xwe ji wan re vekir, wan jî nusxeyek xwastin, lê malperek û e-maileke wan serbixwe jî tunebû. Min ji wan re neşandibû. Bi rasthatinî li internete doşdibûm rastî malpereke Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê hatim, heman telefona wan kir, wan jî nusxeyek xwastin bo temaşe kirine: gerek wan girîng biditîyana yê biweşandana. Enstîtûya Stanbolê dû 2 salan pan, reşnivîs serrastkirin û rekûpêkkirin bo weşandine, lê dîsa sal derbazbûn tu deng ji wan dernediket bo weşandine. Min êdî fam kir, ew ne li gor dilê wan e bo weşandine, wan nedixwast dilê min jî biêşînin, bi şêweyekî deng nedane û bê deng diman ku ez bi xwe dest ji wan berdim. Ji bo çi neweşandin û tu qisûreke ne li gor dilê xwe jî nişan nedidan, min jî hêdî şerm kir, got bes e û baweriya min a şexsî jî ew e ku ji ber hinek pêwîstî û pirsgirêkê ne di destê wan de ew nedikarîn bikevin bin hînek berpirsyariyê sîyasî loma neweşandin. Min jî behtir zor neda wan ku bivêt û nevêt pirtûkê min biweşînin. Min ferqîyek nekiribû nav rêxistin û dezgehê Kurd, dû re min fahm kir ew biraderan mafdar in. Min bi xwe bi e-maileke xeber da wan ku ez dikarim vê pirtûkê bi îmkanê xwe biweşînim. Di vê navbeynê de min ji internetê navnîşana ‘Weşanên Avesta’ pêyde kiribû û e-mailek ji redaksiyona wan re şand û behsa pirtûke kir, wana jî nusxeke ji min xwastin û ji wan re jî min bi rê kir, du demeke dirêj wekî 6 meha tu bersîv bo weşandine, bi erênî an nerênî negirtin.

 

 

Min bes ne got û vê carê gilî û gazîne xwe ji dostekî xwe î dûrî min ku bi rêga nivîsarên wî yê di malpera Netkurdê de diweşîn dinasî ji rêzdar Receb DİLDAR kir, bo weşandina vê pirtûkê alîkarî xwast. Dildar jî bi dilsozî navnîşan û e-mail’a ‘Weşanên Do’ da min. Min vê carê ne bi hêviyeke şkestî, lê bi baweriyeke xurttirîn ji xwedanê Weşanên DO, Hüseyin Gündüz re e-mailek şand, wî biraderî jî got ji min re bikşîne, ger em girîng bibînin em ê  wê biweşînin, belê vê carê ez hineke mam derengî, di vê navbeynê de çûm Tirkiyê û hatim, dû re min nusxeyek ji ‘Do’ re şand, Husên got: ‘belê emê wê biweşînin, lê divê ez şert û merc xwe ji wan re diyar bikim; min di telefonê de spasiya wan kir, tu şert û mercê min nîn û destê we sax bin, heger we pêwistî bi yarmatiya darafî hebe ez î amade me arîkariya we bikim; û arîkariya wan ji min xwastî bê guman min ji wan re kir’.

 

 

Û pirtûk piştî evqas sal û teşqelan û bêbesbûn û bi motîfe kirine min ya şexsî ji aliyê ‘Weşanê Do’ de teze li Stanbolê hate weşandin. Divê neheqî nebe û bîr nekim berî peywendî ligel Weşanê Do daynim, ji Weşanên Avesta re e-mail’ek li ser navî birêz Abdullah Keskin şandibû bo çi bersîvek nedan min; jê pirsî û yekcar xeber da wan ku ez dixwazim pirtûka xwe bi dest xwe biweşînim, wî biraderî li ser e-mail’a min bi lez û bez bersîveke wiha da min, digot:‘zanîna ez dizanim divêt ji zû de bersîva we dabûyana, ne weşandina pirtûka we zan dikim ku me li gel gerekçê wê bi daxuyaniyeke ji terefe we re şandibû’. Ev bersîveke rêzdar e formêl e. Tebî bersîveke ku birêz Abdullah Keskin dibêje negihêşt destê min. Di vê navberê de min ji redaktorê malpera Kurdistan-post.com û nivîskar Hasan Bildirici bo çapkirina pirtûkên li ewrope dibin arîkarî xwast. Biraderê hêja Hasan Bildirici ji bona weşandina pirtûkên xwe gelek xemgîn bû; kitêbê wî jî gelekî zor tên çapkirin û loma wî jî biryar standiye bi rêdanê xwe çapbike û belav bike. Gote min divêt ez jî bixwazim bi vê şikle bi rêdanê xwe pirtûka ’Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên Wî’ çapkim û belavkim. Min ji Hasan Bildirici daxwaz kiribû heger mimkûn bibe vê pirtûkê di malpera xwe de wekî pirtûka- Online biweşîne, belê Hasan Bildirici li ser vê daxwazê tu bersîv diyar nekirin. Ez hêdî bi hêviyê giredayi Stenbolê yê ‘Weşanên Do’ kirî, mam. Di dawî de pirtûk van rojan çapbû.

 

 

Di vê pirtûkê de tiştê nerênî çibû? Ger hebûya mamostê min ev têz nedipejirandin, mamostê min di qada edebîyata Kurdî û zimanê Kurdî de ne pispor bûn, lê ew oryantalîstên bêhempa bûn. Ji wan yekî Kurdî ango Kurmancî û Soranî baş dizanîn û didane hînkirine jî. Li gorî min weşanxanê Kurd çawa ji van pisporan zanatir, baştir û çaktir binêrin û çima qiymet nedan vê têza min bo weşandine. Piştî xwendevan pirtûka ‘Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên Wî’ xwandin û nirxandin ka karê min kirî hêjayê weşanê bûye an na; ger vê berhemê cihê xwe di rûpelê wêjaya Kurdî de wergirtin

û pozitîf hat hêjandin û giramek li wêjaya Kurdî zêde kir divêt ez xwe bextewar û serfîraz bibînim.

 

 

Dîtina min ew e, çawa ewqas weşanxanê Kurd pirtûkan diweşînin ma ev hemû hêjayê weşandine bûne, bawer nakim!. Ji xwe bi Kurdî belgenivîs ewqas kêm in: îro belgeyek an pirtûkeke sed an du sed sal berê girîng û pêwîst dibînin, çimak kesekî destnivisarê hêja li duh xwe nehêştine. Hêdî ev çend salin ku di nav netewaya Kurd de dengê cude, pênûsê nû û nûjen derdikevin, ew jî ne xwedan derfet û fersenda ne ku berhemê xwe bidin çapkirin û belav bikin. Divê em fersende bidin her cure ahengê nû û lekolîn û lêgerînê nû yê ji bo wêjayi, çandî û dîrokî ji her alî de bi berfirehî bêtin kirin. Ew jî bi cude kesayetiyê bê westan kar dikin rêva diçin, ew kesayetî jî ne pêwîste giredayi rêxistin, komele û dezgeheke Kurd bibin. Helbet berî her tiştî azadiya ramyarî divêt û lekolînên serbixweyi divêt in, ji bo nifşên duwarojê ew zor girîng in û pêwîst in. Di vê nivîsarê ‘Di Derheqê Cegerxwîn

De Pirtûkeke Nû’ de ji naveroka pirtûke bi zanayi behsnekir, ezê li guhdariya reaksiyonê we bim, dû re ger pirs û pirsgirêk bi erênî û nerênî ji min bên kirin ezê bersîv bidim. Pirtûk dereng derket lê belkî ew jî qismet e.

 

Drs. Yusuf Kaynak

 

Jêrenot: Pirtûke hun dikarin ji navnîşana jêr siparîş bikin:

Jinenîgariya Cegerxwîn û Berhemên Wî

Weşanên Do/ Do yayınları  100

Şehit Muhtar Mah. Nane Sok. No. 5/5

Taksim-Istanbul/ Türkiye

Tel.:0090- (0212) 243 01 56

Faks: 0090-(0212) 252 7048

ISBN: 978-9944-108-82-9 (3-C)

E-mail: [email protected]

Pirtük 200 rûpel  e.

Anahtar Kelimeler
Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×

KADINLAR İKİNCİ SINIF VARLIKLAR DEĞİLDİR
KADINLAR İKİNCİ SINIF VARLIKLAR DEĞİLDİR

Haberi Oku