Gelo çend kes ji me, dema pîremêr yan pîrejinekî dibîne ku di destê wê/wî de gopalek heye û pişta wî/wê xwar bûye û hemû bîranîn û qerematên jiyanê li ser rûyê wê/wî de xuya dikin, ji xwe dipirse “dê rojekî wisa li min jî were”?
Dayikek 10 zarokan tîne dinyayê û bêyî ku ferq û cudatiyê bixe navbera wan ji hemûyan hez dike û dilsoziyê wan dike û mezin dike. wan dide ber xwendinê, dizewicîne, ji roja ku zarokên xwe aniye dinê, xwe jibîr dike êdî jiyana wê tune û tenê di hizra jiyana zarokên xwe de ye.

Lê piştî demekê, zarok li dayika xwe xwedî dernakevin û dayika reben li nav dest û pêyan de diçe û tê. Lê ev dayik, heman ew mirov e ku jiyana xwe kiriye qurbana zarokên xwe.
Li ba me gotinek heye, “dest dest dişo, her du dest rû dişon”, yanê tu çi bikî dê ew were serê te.
Em di heyamaek wisa de dijîn ku tu dibêjî qey mîmarê vî zemanî tenê em in û tenê em û egoya me ya têrnexur!!!
Ez van gotinan bo wan kesên ku behsa hezkirina hevjînên xwe dikin lê xwestiyên xwe qet nahebînin û wan li ser pilekanan de gêr dikin, bo wan kesên ku dibêjin “ez bêyî hevjîna/hevjînê xwe nikarim bijîm” lê ji xwestî û xezûrê xwe aciz in!!!

Ez pir meraq dikim, mirovek ji malbata te hez neke dê çawa ji te hez bike? Çawa dikare bêje “bila ew bibe hevajîna min lê dayika wê bimire! Ez çiye?

Wê çaxê, tenê tiştek dimîne, yên ku malbata hevjînê/hevjîna xwe hez nekin, hevjîna/hevjînê xwe jî hez nakin, ji ber ku rol dilîzin û tenê bo berjewendiyên xwe vê yekê qebûl dikin!!!
Wê çaxê bila qusûr nenêrin, yên ku wiha hizir dikin tenê xwe dixapînin.

Ezê niha ji we re bûyerekî bêjim ku du hefte berê rû daye.

Share, pê dihese ku jinbira wê, Zalle, derheqê wê de tiştên pîs gotiye, çend salên borî gelek kesan jê re gotiye ku Zalle ev tişt li bara gotiye lê Share jê re tiştek negotiye.

Lê tiştên ku herî dawî li ser Share tê gotin, sebra wê nahêle.

Share, bêdengiya xwe dişkêne û biryar dide li jinbira xwe bigere. Rojekî li wê digere û jê dipirse “tu çima li ser min virde û wêde gotinan dibêjî”. Jinbira Share, hezar carî sûnd dixwe û hewl dide wê razî bike ku tiştek li ser wê negotiye.

Share, ji Zalle bawer nake lê jê re dibêje heke carek din tiştekî li ser wê bêje dê bide dadgehê û devê wê li dadgehê bide girtin û telefonê digire.

Zalle, ji ber ku vê yekê mafê xwe dibîne li pişt serê xelkê xeber bide, ji gotinên Share hêrs dibe û êrişî derdorê xwe dike, salê çend mehan hêrsa xwe li ser xwesiya xwe de dirijîne.

Dîsa destpêdike li wir û li vir xeber dike, “ez miqatî vê jinkê dibim, neviya wê jî telefona min dike dibêje li ser gotinên pîs nebêje, wê çaxê ez jî guhê xwe nadin jinkê (pîka Share)”

Piştî çend rojan, Zalle ji zarokên xwestiya xwe re dibêje werin dayika xwe bibin ez nikarim lê binêrim û bi vî awayî dixaze hêrsa xwe li hember Share nîşan bide.

Min kir û nekir ez ji vê yekê tênegihîştim û tiştên ku piştre bûn jî ez bawer nakim kesek din jî fêm bike.

Şeva îniyê ez li dikana birayê xwe bûm û min alîkariya wî dikir, yekê bo min resmek şand lê min ew numara nas nedikir. Min zû li resmê nihêrî, dema çavê min bi resmê ket agir bi serê min ket û ziraê min qediya, hêsir tijî çavê min bû û ez li cihê xwe req bûm.

Min got xwedê mirovek çawa dikare vê yekê bike, mêjiyê min sekinî, ji ber ku ew resm, resma xwesiya Zalle bû. Wisa lê hatibû mirov nas nedikir û rûyê wê hemû birîndar bibû.

Ev bûyer piştî telefona Share bo Zalle rû dabû û tu îzaheke din ya vê bûyerê tunebû. Di bin resmê de, notekî jî hatibû nivîsandin, “Binêre ev jinik ketiye erdê”. Rûyê wê hemû birîndar bibû û çavê wê tijî xwîn bibû, xwîn li pozê wê hatibû û pêve hişk bibû û rûmetê wê şîn bibû.

Piştî ku min nota bin wêneyê xwend min fêm kir ku ew jina belengaz erdê neketiye lê mirovahî erdê ketiye.

Pîrejina ku 94 sal temenê wê ye û tiştekî wê nemaye tenê. Min dema ev nivîs dinivîsî, wêne li ber çavê min bû.

Yên ku dibêjin ev jin erdê ketiye û wiha lê hatiye, bila werên li hember bên erdê kevin, dê piştî çend caran wisa li wan were gelo, ez gelekî meraq dikim! 
Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Misafir Avatar
Mutlu Sütcü 11 yıl önce

Yazidaki duygulari, duyumsarken tüylerimin ürpermesi ve yillar önce yasadigim bir olayi bana animsatmasinin yani sira,anlattigi, insanin nekadar kücük karelerinde haps olusu ve kücük hesaplar pesinde olup isledigi eylemin nekadar sevgi disi, insanlik disi, oldugunu anlayamayacak kadar acizlesmesi ve aci olan artisi bunun farkinda dahi olmayisi....
"Kuskusuz Sevgi en büyük sanattir ve onun kapsadigi degeri,icerigi sanatcinin sevebilme kabiliyetine baglidir"
Anlasilan bazilarinin, hatta haddimi asim bir cogunun bu kabiliyetten yoksun yasadigini VE böylelikle yasadigini sanan insanciklardir...
Unutmayin ki kainatta yasayan her varlik bir birine gizli baglarla baglidir ve bir yerde birinin cani aciyorsa mutlaka bir baska yerde biri bunu duyumsuyordur...

*** Sev, sen sevdiginde, inan kainat degisecektir!!!

Not; Nesrin arkadas; Bu duygulu dil o kulaklar icin konusmuyor... ama yinede, gün gelecek anlayacaklar olsun...(Saygilarimla Mutlu)

Misafir Avatar
sm 11 yıl önce

super

Misafir Avatar
Dilan Kaya 12 yıl önce

Evet bencede kocami seviyorum fakat annesini seviyorum yalanini birakin artik, sevdiginiz tek sey cikarlariniz!!!!