Hemu janen me derew bun

Kujtine me

Lêxistine me

Dîl û biryaren me

Jiyane me

Derew bun hemu janen me

 

Li ser çiyayen Kurdistan'e

Li kolan û bajaren

Li gunden şewîtî

Li rîyen bi tene

Derew bu kujtîne me

 

Li ber germa havine,

Li ser berfa zivistane

Bi kal u pir

Bi keç u xort

Derew bu lêxistine me

 

Ew dil sariye me

Ew birakujîye me

Ew levên keçan ku xwîn ji direje

Û ew şerwanen simbel qeytan

Derew bun dil û biryaren me

 

Rojen me yen ku qet venegeren

Qire qira me ya ji bo azadiya Kurdistan'e

Ixanet û welatparezi

Binketînî û serfirazî

Hemu derew bu lo jiyane me

 

Em niha ji xewne xwe kur rabin

Li der asîmanekî heşin heye

Û

Bayekî nermik xwe vedigşîne ji çiyayen sor

Vic a vica cuçikan

Qire qira zarokan

Wek her tistekî û her kêseki

Em ji jiyane xwe derewin bîrdikin

Edi ne bîra kesî

Ji çî tofani me jiyan dizî

Û

Da zaroken bêziman

Ew çi dewran bu lo!

Wek harek bu Kurdistan

Û

Em ji pepulen nav wî harî


Brusk Baran

Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×