Hûn qet bûne şahidê vê ku xwediyê marketek pir mezin, dema li ber sebzeyan re derbas dibe, çavên xwe digire û bêhna muzan kûr dikşîne kezeba xwe?
Rewşeke wisa ye ku bawerkirina wê zehmet e, ne wisa? Yanî mirov dibîne xwediyê merketek mezin, zêdebarî wiqas dewlemendiya xwe, li ber qasa muzan disekine û bêhna wan bi hesret, dişîne hundirê xwe. Mirov nikare bawer bike!
 
Lê ev rastiye, ev nîşan dide ku me hinek tişt dereng nas kirine.
Dema min ev reftara xwediyê marketê dît, min mereq kir û xwe nêzîkî wî kir û min fesal jê pirsî, "Hûn çima li ber qasa muzan sekinîn û we bêhna muzan kşand hundirê xwe, mirov nikare bêje ku ji ber hesreta muzane jî, ji ber ku ez dizanim ev market ya we ye".
Wî li min nihêrî û bi kenekê xemgîn got, "were keçma min, ez ji te re vebêjim".
Li wir textek hebû, em sê çar gavan meşiyan û em li ser text rûniştin. Min pir mereq dikir ka dê çi bêje, ez li benda wî bûm.
 
"Lê binêre keça min, min muz sala 1993ê nas kir. Heta wê çaxê, min nizanîbû muz heye, reng û rûyê wê me nedîtibû, bêhn û tama wê jî me nizanîbû. Rojekî, min û du hevalên xwe, bihîst ku fêqiyek bi navê ‘muz’ hatiye gundê me. Me li vir û li wir, pere peyda kir û bi mereq, sê muz kirî. Dema me şeklê wê dît, em mat man. Ji ber wê jî, em fikirîn ku xwarina wê fêqiyê li nav guun de, fedî ye, lewre em çûn nav kamyonek xerabe de. Bo pêkanîna bûyera dîrokî, Hasan nizanîbû çawa qalkê wê biqeşêre. Ya rast, me nizanîbû ka qalkê wê heye ya na. Di dawiyê de, Hasan, gezik li muzê da, me jî wekî wî kir û muza xwe da ber gezan. Wê rojê, min hest kir ez nû hatime dinê. Heke niha, pênûs û kaxizê bidin min, ji min re bêjin wê rojê vebêje, ez dê pirtûkekê binivîsim. Wê demê hestê min wisa bû. Ji wê demê ve heta niha, dema ez muz dibînim, çavên xwe digirim û wê rojê tînim ber bîra xwe û difikirim ku di wê kamyona xerabe de rûniştime û hewl didim hestên wê rojê bijîm. Ev rewş, ji ber wê ye ku min pir dereng muz nas kir û dît. Sal û zeman derbas bû, ez niha bi tonan muz dikirim, lê ez qet nikarim wê rojê xeyal nekim û ji qet ji bîra min naçe". Dema ev çîrok ji min re digot, yekê gazî wî kir û çû.
Ez li wir rûniştim û min li ser vê hizir kir ku gelo, divê ez niha ji ber vê çîrokê bigirîm, yan bikenim. Ez ketim nav hizra vê ku di vê dinê de, her  tiştek têr her kesî heye, lê hinek xweşiyên vê dinê nabînim û koçber dibin, ji ber ku ez pir kûr çûbûm, min nizanîbû ez çima hatime karketê û dê çi bikirim.
Wê demê, bîrhatinek min ya dema zarokatiyê hate bîra min. Tiştek hat bîra min ku min dereng nas kiribû.
Rojekî ez mala apê Ismet bûm, wek her roj. Apê Ismet, ji ber karê xwe, her roj diçû Stenbolê û dihat. Dema dihat jî, tişt û xwarinên ku li gund tune ba, bi xwe re dihanî. Ji ber ku ez hevala nîzîk ya qîza wî bûm, min jî, ji wan tiştan dixwar. 
Rojekî danê sibê ez li mala wan bûm. Apê Ismet,  got, "Qîzka zer hatiye, Fame! lez bike jê re ixlamûrê bîne."
Min pir mereq dikir, ji ber ku ixlamûr yekem car bû min bihîstibû. Min digot qey ev, yan çîkolatê fisiqî ye yan jî tiştek ji wî curî.
Çavên min li derî bûn, min ji xwe re digot, divê ev tiştekî pir balkêş û xweş be, ji ber wê jî, min yek saniye jî, çavên xwe li derî dûr nedixist. 
Di vê navberê de, apê Ismet, digel min daxive, pirsên matematîkê dipirse, mînak dibêje 2 caran 2 dike çend û htd...Guhê qet lê nîne, hişê ser ixlamûrê ye û ez dixwazim jiber bikim vê peyva xweşik. Min dilê xwe de digot, çi navekî çîkolatê yê xweşik e. 
Deriyê odê vebû, meta Fame, sêniyek di destê wê de bû û li ser sêniyê jî, tiştek mîna çayek vekirî hebû. 
Min digot qey, ji apê Ismet re çayek vekirî aniye. Meta Fame ber bi min ve hat û iskan bi sêniyê ve danî ber min û got, "Bigire qîza min"
 
Min di dilê xwe de got, oyy ev çiye, kanê çîkolata min ya fistiqî. Ev henekê xwe bi min dikin.
Dema apê Ismet ji min re got, "De qîza min, vexwe ixlamûra xwe", serê min zivirî.
Min got, "Yanî çi, ma ixlamûr ev e?", Dema apê Ismet jî, got, "Me te hizra çi dikir", min dest bi girînê kir û ez xeyîdîm çûm pişt derî rûniştim.
Min got, "Min digot qey ixlamûr, çîkolata fistiqî ye" û girîna xwe domand.
Ez nizanim, gel we jî heye yan na, li gel me, dema zarok dixeyîdîn, diçûn pişt derî rûdiniştin. Ez nizanim protestoyek çawa ye, lê dema em dixeyîdîn, me wisa dikir.
Ez pişt derî rûniştim û heta apê Ismet neçû ji min re ji dikanê çîkolata neanî, li wir ranebûm.
Min ixlamûr dereng naskir û ez ji vê naskirinê jî, dilxweş nebûm.
Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Misafir Avatar
emin 8 yıl önce

shirove ke pekenoke ne mizahîye û ne aktûele hema ez dibêjim evîya chîroke.