|
SON DAKİKA
Tavşançalı'da Sağanak Yağış
Tavşançalı'da Gençlik Bayramı
Mervan Isveç U21 Milli Takımına…
Guluzar Sariboga Vefat Etmistir.
Fata Osman EfeBi min ra diwên Fata Xelê. Bavê min ji Omara, diya min ji gundê Încovê, ji mala Karta wû. Ez biçûk bûm, heşt sali bûm. Nêzî mala me li wê waxtê axê gundî me, mala Alîbegê hebû. Rojekê dengbêjekî bi navê Memê
Bi min ra diwên Fata Xelê. Bavê min ji Omara, diya min ji gundê Încovê, ji mala Karta wû. Ez biçûk bûm, heşt sali bûm. Nêzî mala me li wê waxtê axê gundî me, mala Alîbegê hebû. Rojekê dengbêjekî bi navê Memê Alan wanîn gundê Omara. Bi panzdeh biroşên mezin xwarin çêkirin. Însanî bîst gunda lê civîyan, bi coşaka mezin bi hezaran kes hatin gohdarî lê bikin, ji we ra çi bêm: bejna Memê tenika dirêj, du mîtro, çavreşî bi perçem bû, gustirkê ji jorda berde yê li dawîyê keve, qemişê nawî li mezkî, bi dengê xwe î xweş weng dest pê kir:Deellllaaaaaaal delaaaaaal tu delal î were min peva bi xwe ra loooooooo ez a wî koçerê rakim ji te ra looooooo can di canî min da maaaaa ez a te ji xwe ra bi eş kim loooo bi xwe ra pevim loooo, Delal tu bihatayî bi mêvanî min ê ji te ra dîna cotek xali Xoresanî delalal min e ji te ra serjêkira berxa serkozê Dulê wî kelberanî wextêk bavî te yî teres hatji min pirs kir min ê bigota nizam ku şivanê te yî erab bû nizam ku tat bû min bi zimanê wi nizanî erê bavo min bi zaravê wî nizani.Hîn jî pir bû, nên bîra min. Mîna xwalî digot, yek jî bi tirki, weng digot:Altunu bozdıralım, gerdana duzdurelim, o gelin ayna değil cebimde gezdireyim, giderim doğru yolda giderim, yolda bayram ederim Li Anatola Navîn, dengê xwe wengi xweş bû, tesîra xwe li min kir, ku bavê min çû rahmatê, min li ser bavê xwe weng got:Vê çûçikê hewe hewe Ê daniştîye li telakî qewe, Alaman bişewite yî bi dar e Bi rojê tarî ye bi şevê sar e, ku di ber çawê xwang û dayika da were turîstî pêrîşan e li ber qesthovuza û li ber banofa cîger lê hatin xarê Min ê bigota çiya ye, keko, çiya ye kekî min nazirê mîya ye bavî min him î şivan e him î nazirê mîya ye ê danî sibê rûne li ber pêncsed pezî bidoşe û dor ra çexbe li nevana, lolo keko te negot Fata min e bêkes e him bê xwang e himê bê bira ye sibê da ro li min hilat germek ji germê genima, ez bi qurbana kekî xwe kim ku dawestîn li ser terla li ser genima bir kirin bi santîma. Ez teleka bi tenê bûm, bi delalî hatibûm mezinkirin. Bavê min ji min pir hez dikir. Didame pêşîya her tiştekî. Min pir hez dikir kare mêra bikim ne yê jinan, min xwe weng jî didît. Li wê wextê pismama xwe davête pêşîyê dotmama. Ji bo ku ez jî telaka bi tenê bûm, apê min î Xel xwe di ser mi ra girt, got ev para Osî min e! Os ji min bi deh salan meztir bû. Ez ê kin bûm, lê ez a li ser xwe bûm. Rojekê ez di ber dukanê re derbas bûm. Os bi xwadiyê dukanê ve li ber dukanê rûniştibûn. Wî bi Osê re got, lo wa dotmama te ye wê ji dest xwe bermede! Osê jî got: weq ez rê jê ji wê ra mame! Ev li min pir kar hat. Ez çûm ba apê xwe yî Xel, min got: lawkî te, Os, weng divê. Ma wî ez xwestime, min jî ew kirîye! Bi hêrsekî hatim mal. Dûra apê min bang Osê dike û Osê tîne rê û tatliyê me vedixwin û haziriya dawetê dikin. Cîzê min ortîyeka zîlanî bi sê gola, xeleka delika bi heft renga, deh balifên yaninî, cotek xalîyê Silê, teşt, biroş, lokiz, zêr û zivê min, kêmayiyên min çi bûn, gî kirin. Ez li eraba hespa siwar kirim, xeftanekî mantelî li min kirin, coxî Sambolê bi ser da kirin, pişta terebusê bi rengê kesk, sor, zer û sipî avêtin ser min, birim mala apê Xel. Bûm bermaliya herdu malan. Eza geh li ber bêrîyê me, geh li cut im, geh li ber cêvî gênim im. Me debara xwe wê wextê bi cotkarî û recberîyê dikir. Em zewicandî bûn, lê ew î hertim çav li der bû. Wextak Os çû Alman, min got, Osê tu yî serbest î, jineka xwe biwîne, ez a li vir saxlem im. Wexta Os li Alman bû min li ser weng digot; Cirê vêdikeve îşiq tune Arî vêdikeve tîn tune Nên dixwume tam tune Ciya vedikime xew tune Hem pismamê min e Hem malxê malê min e Hem jî bavkê kurikê min e Altun Başaran resim kapak 49 Birnebun'a Tesekkurler 49.sayi
İLGİLİ HABERLER
İlgili Haberler
|