Salim di malbatekê bi heş zarokan de  yê navendê bû. Salim û malbata wî li Suriye li bajare Efrin dijîyan. Di salên 60 de hîn Salim heşt salî bû cara yekem Radyo dîtibû. Radyo di mala wan de tiştê herî bi rumet bû. Radyo yên ku etamînê naqishandî davêtin ser, herdaim li ber pencere bi cihdikirin. Bavê wî destê kesî li radyo netexist. Gava ku bavê wî  ji dervê dihat mal, pîllên radyoyî yên ku di berîka xwe vedişartin dertexistin. Bavê Salim wek her roj li ber pencere çoç (çarmerkî) li ser mindarê rûdinişt û pill texistin radyoyî. Salim bi xwişk û birayên xwe ve bi çoş û merak li dardorên bavê xwe bereftibûn. Herçiqas ew bûyer her roj tim yek bû disa jî ji ber merakan çavên zaroka li seriyên wan dibûn heft. Dev devî evarî heyecana dengê radyo diket dilên wan.
 
Salimê heftçav bûyî li ber devê bave xwe disa runiştibû û bavê wî jê pirsî: „Tu disa li benda mûsikê yi?“ Salim ji dilda keniya û serê xwe hekand.  Salim jî di dilê xwe de got: „ ma bes em du kilaman guhdardikin, ecar pilan texê heta ew jî derbasnabûnê!“
 
Salîm zarokekî bedev bû; ya rastî ew ji bedevbûn zedetir şîrin bû. Poz û guhkên wi gelek mezin bûn, lêbelê herkes bi kenê wî mest dibû.   Pir caran keçkên cîranan yen ji wî mezintir bes ji bo kenê Salim dihatin mala wan. Lê bes çav û guhen Salim qet ne li ser keçikan bûn, dinya jî wî re bes radyo bû.
Her roj dev devî evarê çend stranên erêbî guhdardikirin; gava ku seat dibû heş bavê Salim radyo digirt diçû odaya din digot: „dive ez ajansê  (nuçeyan) guhdarbikim. Salim gelek li bave xwe bi hers diket ji ber ku radyo hertişê Salimî bû. Çend dakika derbasnedibûn dayika Salim jî digot: „ ez ji dikim biçim bi bavê ve re nûçeyan guhdarbikim, bila me rahatsiz nekin.
Çand salan ew hînbûna wan, de û bavên Salimî wisa bi ve awayi di odaye de berdewamkir.  
Salim hedî mezin bûyê û li navçêyê diçe dibistanê. Piştî çend salan Salim vedigerê male û dibînê ku hertiş wek berê dimeşe. Bes Salim hedî mezin e û bi berî hertişî de diçe. Salim daxwast ku dê û bavê wî bizanin ku Salim bi rolên wan dilistin ilimîye,çima radyo herdem li seat hestan diçû oda din. Salim di aqlê xwe de di got: „ew ê îshev jî guhdarî nûçeayn bikin yan na?“  Di ve yekê de bavê wî disa radyo hilgirt û rabû ser xwe. Salim je rê got: „Bavo te disa biçî li nûceyan guhdarbikî?“Bavê wi got: „ erê lawê min ew seat heş in dive ku ez nûçeyan guhdarbikim.“ Salim bi kenê xwe yen mina bahozî teqiya û got: „Dayika min jî guhdarbike?“
Bavê wî got. „be guman gere ew jî guhdar bike“
Salim xwe negirt disa teqiya: „ma bavo dayika min bi erêbî dizanê ?„
 Bavê wî got: „na lawê min ka ew aqilê dayika te?“
Salîmî ji bavê xwe  re got haaaaaa! „eger ku aqlê dayik tuneye erêbî bizanê we demê dayika min bi awayekê din nûçê guhdardikirin.
Nesrin Bayram
Rûdaw
Misafir Avatar
İsim
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×